• DOLAR 32.551
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2428.287
  • ...
Li Sîwerekê mînîbûsa rêwîyan qulipt:21 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sîwereka Rihayê mînîbûseke rêwîyan qulibt, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran tevde 21 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plakaya 02 ZA 139 a ku ajokarê wê Serdar Ç. bû li 20emîn kîlometreya rêya Sîwerek û Kahtayê li nêzî gundê Xerzînoyê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de tevde 21 kes birîndar bûn.Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Di derbarê qezaya ku pêk hat de tehqîqet hat destpekirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir