Li Nisêbînê 4 sitargehên PKKê hatin tesbîtkirin
Li çoltera navçeya Nisêbîna Mêrdînê 4 sitargehên ku aîdî PKKê ne hatin tesbîtkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Mêrdînê ve daxuyanîyek hat dayîn.Di daxuyanîya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Di 19ê îlona 2015an de di operasyona ku li çoltera Nisêbînê hat kirin de 4 sitargehên ku aîdî PKK/KCKê ne hatin tesbîtkirin.”
Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Di warên ku operasyon lê hatin kirin de gelek zêde erzaq û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.”(ÎLKHA)