• DOLAR 32.323
  • EURO 35.085
  • ALTIN 2282.341
  • ...
Ji ber tehdîdên PKKê ji bona eydê dezgeh nehatin vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her çiqas ji eydê re 3 roj mabin jî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê dezgehên eydê nahatin vekirin, lewra  sedema venekirina dezgehên eydê  tehdîdên PKKê ne.

PKKya ku her sal di wextê eydê de bi hincetên cûrbecûr nahêle xelk eydê pîroz bike  îsal jî heman tiştî dike û ji xelkê re astengîyan derdixe.

Hat hînbûn terefdarên PKKê yên ku li navçeya Nisêbînê dikandaran digerîyan yek bi yek dikandaran tehdîd kirine da ku dezgehên eydê venekin.

Dikandarên navçê destnîşan kirin ew berî vê çendakî  ji bona eydê bi deyn şekir kirîne û ji ber ku ev tehdîd li wan hatîye kirin mexdûr û perîşan bûne.

Kesekî ku nedixwast navê xwe eşkere bike di derbarê mijarê de wiha axivî: “PKK eydên îslamî protesto dike, lê belê eyd û rojên xeyrî îslamî bi şahîyeke mezin pîroz dike. PKK pîroz kirina eydên îslamî bi vî awayî dixwaze asteng bike. Ev tişt armanca wan e.”

Her wiha xelkê navçê jî destnîşan kirin her çiqas PKK bixwaze pîrozkirina Eyda Qurbanê asteng bike jî ew di nava hazirîyeke mezin de ne; lê belê di mijara peydekirina şekirên eydê de zehmetîyê dikşînin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir