• DOLAR 32.513
  • EURO 34.606
  • ALTIN 2499.985
  • ...
"Xwedî derketina dawa Yasînan mesûlîyeteke dîrokî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji kampanyaya ku ji bona Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di eyda qurbanê de dema ku goştê qurbanan belav dikirin  bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin re piştgirîyek jî ji Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Stenbolê hat.

Serokê Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Stenbolê Mehmet Eşîn di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ew ê di vê Eyda Qurbanê de ji feqîr û jaran re goştê qurbanan belav bikin û bang li xelkê kir da ku piştgirîyê bidin vê kampanyaya ku dest pê kiriye.

 “Em ji feqîr û  mexdûran re nîşan bidin ku Yasîn xelas nebûne”

Eşîn bal kişande li ser mijara ji teref PKK/HDPê ve bi şiklekî wehşîyane qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yasîn Boru û hevalên wî di Eyda Qurbana sala borî de dema ku di destên wan de poşêtên goştê qurbanan hebû û wan goştan ji kesên hewcedar û feqîr re belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şiklekî wehşîyane hatibûn şehîdkirin.Ew bi kuştina wan têr nebûn û îşkence li bedenên wan kirin. Ji ber vê yekê em bang li temamên ferd û sazîyan dikin da ku werin Diyarbekirê û li dawa Yasîn û hevalên wî xwedî derkevin.Bi vê xwedî derketinê  bila zalim zanibin xwîna wan heder nebûye.”

 “Her yek ji me bila bibe Yasîn, Rîyad, Huseyn û Hesen û em tevde sikakên Diyarbekirê tije bikin”

Eşîn di dawîya axavtina xwe de wiha axivî: “Di wexteke wiha de xwedî derketina dawa Yasîn û hevalên wî mesûlîyeteke dîrokî ye.Ji ber vê yekê werin di vê Eyda Qurbanê de her yek ji me bila bibe Yasîn, Rîyad, Huseyn û Hesen û em tevde sikakên Diyarbekirê tije bikin.Di destên me de poşêtên goştên qurbanan sikak sikak bigerin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir