BEST-DERa Bidlîsê bernameya bîranînê ya Hz. Îbrahîm li dar xist
BEST-DERa Bidlîsê ya ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e `Bernameya Bîranîn û Fêmkirina Hz. Îbrahîm` li dar xist.
BEST-DERa Bidlîsê ya ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e û li Bidlîsê bi fealîyetên xêrê yên ku dike tê naskirin bernameya ‘Bîranîn û Fêmkirina Hz.Îbrahîm ‘ li dar xist.
Bername bi tîlaweta Qur`ana Kerîm dest pê kir û pişt re bi sînevîzyoneke kurt di derheqê Hz. Îbrahîm de agahîyan bi mêvanan re hat parve kirin.
Di bernameyê de Perwerdekar Ertan Ay di derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir. Ay wiha axivî: “Dema ku Xwedê Teala ji Hz. Îbrahîm re got ku` Ji min re teslîm bibe` Îbrahîm qet tereddud nekir , nekete nava şiphê û qet nefikirî û wiha got ‘Ez ji Rebbê aleman re teslîm bûm.` Ji ber ku vî tiştî got bû Îbrahîm. Em mislimanên îro jî her çiqas vê gotinê bi ziman bibêjin û qebûl bikin jî ev gotin xwe di warê amelê de nîşan nade.”
Ay axavtina a di derbarê mijarê de wiha domand: “Qurbana Hz. Îbrahîmî lawê wî Îsmaîl bû.Carinan însan mecbûr dimîne ku tiştê ku herî zêde jê hez dike feda bike û ev tişt jî dibe ku ji însan re zor bê.Demeke dirêj zarokên Hz. Îbrahîm çênebûbûn.Lê belê Xwedê Teala piştî demeke dirêj lawek daye û jê xwest ku wî qurban bike.Hz.Îbrahîm qet tereddud nekir û kir ku lawê xwe qurban bike.Hz.Îbrahîm tîmsala teslîmîyet û sadaqatê bû.Ji ber vê yekê divê em jî wek Hz. Îbrahîm tiştê ku herî zêde em jê hez dikin di rêya Xwedê de feda bikin.Heger em ê rêya Hz. Îbrahîm bişopînin divê em bêtirs bin û divê em zanibin ku ew ê bela û musibet bên serê me.”(ÎLKHA)