Li Wanê di malekê de cebilxane hat bidestxistin
Hat diyarkirin li navçeya Îpekyoluya Wanê di serdegirtina ku li malekê hat kirin de cebilxane hat bidestxistin.
Hat ragihandin li Taxa Şabanîyaya Îpekyoluyê di malekê de cebilxane hat girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Ewlekarîyê ya Bajêr a Wanê ve hatîye weşandin de hat ragihandin di mala ku operasyon lê hatîye kirin de 7 çekên lûle dirêj, 1 roketavêja RPG-7, 1 fîşeka sewkê ya RPG-7an, 1 RPG-7, 4 bombeyên ku bidestan hatine çêkirin,4 êlekên nêçîrê, 10 carcûr û hezar û 400 fîşek hatine bidestxistin.(ÎLKHA)