Li Rihayê li dijî PKKê operasyon hat kirin:24 binçavî
Di operasyonên ku li çar navçeyên Rihayê li dijî PKKê hatin kirin de di nav wan 2 mûxtar tevde 24 kes hatin binçavkirin.
Li Rihayê ji teref cendirmeyan ve li dijî PKKê serdegirtin hatin kirin.Di serdegirtinên ku hatin kirin de di nav wan de 2 mûxtar tevde 24 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin cendirmeyan li navçeyên Sûrûç, Ceylanpinar, Bîrecîk û Vîranşehîrê li dijî kesên ku têkilîya wan bi PKKê re hebûn operasyon kir. Di operasyonên ku di heman demê hatin kirin de di nav wan de 2 mûxtar tevde 24 kes hatin binçavkirin.
Her wiha hat ragihandin di navnîşanên ku lê operasyon hatine kirin de gelek zêde sileh û cebilxane hatine bidestxistin.(ÎLKHA)