• DOLAR 32.419
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2491.907
  • ...
Muhafizê Qudsê Şêx Raîd Salah Îqra-Derê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber munasebeta ziyaretê bernameyek hat lidarxisatin. Di bernameyê de Sekreterê Giştî ya HUDA PARê Mehmet Yavuz jî cihê xwe girt.

Mehmeut Yavuz di bernameyê de di derheqê girîngîya Qudsê de wiha ragihand: “Quds netenê ji alîyê siyasî ve her wiha ji hela fiqhî û îqtîsadî ve jî divê ji bona mislimanan girîng û xwedî ehemmîyet be.Her kesê ku di warê muhafizekirin û azadkirina Qudsê de xebatê dike em ji wan re minnettar in.”

“Dema ku mijar Quds bê wê sef diyar bibin”

Yavuz axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “ Em wan fitnê û pirsgirêkên di nava alema îslamê de demkî dibînin. A jê girîngtir dema ku mijar bibe Quds wê sef çêtir diyar bibin.Ji Behrê heta nehrê heta ku azad nebin , heta Filîstînîyên ku bûne muhacir venegerin welatên xwe û heta  kesên êsîr azad nebin meseleya Filîstîn nayê çareserkirin. Em wê fikra îsraîl ya di warê dewletbûnê de ya plana du dewletîyê wek lîstikekî dibînin û em wek camîaya HUDA PARê wan sîyonîstên îşxalker wek dewletekî nahesibînin û qebûl jî nakin.”

Yavuz di dawîya axavtina xwe de  ji ser şexsê Rîyad Salah berxwedan û mucadeleya Filîstîn, Quds û Mescîda Eqsayê re  silavên xwe şand.

 “Mescîda Eqsayê dixwazin bikin du qism”

Şêx Rîyad Salah di derheqê Quds û heremê de wiha nirxandinan kir: “Her weke ku we jî anî ziman êrîşên cihûyên sîyonîst zêde bûne. Eskerên sîyonîstan ji ber roja “Roş Aşana’ ya ku ji teref wan ve wek eydê tê qebûlkirin de nehiştin ku misliman têkevin Mescîda Eqsayê  û di ser de jî cihûyan têdixistin nava Mescîda Eqsayê.  Her wiha eskerên sîyonîstan êrîşî mislimanên ku dixwastin têkevin Mescîda Eqsayê kirin. Sîyonîstên îşxalker dixwazin Mescîda Eqsayê 12 seatan ji mislimanan re 12 seatên din jî ji cihûyan re vekin.Ev lîstikeke mezin e û kêmîn e.Sîyonîst bi vî awayî dixwazin Mescîda Eqsayê bixin du beş. Bi vî awayî wê pêşî ji bona cihûyan cihê îbadetê vebikin û pey re jî ew ê Kubbetus Sahra xera bikin û di şûna wê de ew ê Heykela Sileyman a ku jê re dibêjin Mabeda Sileyman ava bikin.Înşaallah ji vî tiştî re  muwaffeq nabin.Hemd ji Xwedê Teala re xwehên me yên muwahîde ji armanca yekemîn a îsraîl re bûn asteng.”

Salah destnîşan kir ku Quds nêzî 90 salan di destê xeçperestan de maye û wiha li axavtina xwe zêde kir:  Di wê demê de ummeta îslamê bi ber tunebûnê ve diçû ku şexsek rabû ser pîyan û rihê îslamê zindî kir.Divê pirsa ew kes kî bû em ji xwe pirs bikin.Ew şexs Qudsê ji destê xeçperestan xelas kir.Ji ber vê yekê em dibêjin divê wehdeta îslamî pêk were.Ji îro re jî şexsekî wiha lazim e da ku Qudsê ji destê cihûyan xelas bike.Yên ku Qudsê ji destê xeçperestan xelas ki ribû Nûredînê Zengî û Selahaddînê Eyyûbî bû.Dema ku van zatan Qudsê  feth kirin banga tiştekî ji me re kirin. Nûredînê Zengî tirk bû, mînberek da çêkirin û ew ê dema ku Qudsê feth kiribana ew ê biribana Qudsê. Lê belê  yê ku Qudsê feth kir Selahaddîn bû û ew jî kurd bû. Em di vê tabloyê de wahdeta îslamê dibînin.Quds bi vî awayî bi wehdeta îslamê hat fethkirin.Bi izna Xwedê wê cardin bi wehdeta îslamê bê fethkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir