• DOLAR 32.529
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2477.721
  • ...
Êdî ji bona Mescîda Eqsayê gavên berbiçav divê werin avêtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên siyasî û rayedarên sazîyên civakî ji êrîşa ku ji teref eskerên îsraîl ve hatine kirin re bertek nîşan dan û ji vê êrîşê re bêdeng mayîna raya giştî a dinyayê jî rexne kirin.

Serokê Bajêr a Entebê ya Partîya Doza Azad û Serokê  Hurrîyet û Mafên Mirovan a Şaxa Entabê  êrîşa ku  ji teref eskerên îsraîl ve hatine kirin şermezar kirin û destnîşan kirin çavkanîya van êrîşên ku tên kirin bedeng mayîna dinyayê ye.

 “Misliman divê Filîstînê tu car ji rojevên xwe dernexin”

Serokê Bajer a Entabê ya HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji bona ku ew êrîşên ku tên kirin bi dawî bibin û ji bona ku dorpêçkirin were rakirin êdî divê gav werin avêtin.Ji ber vê yekê divê misliman tu car Filîstînê ji rojeva xwe dernexin.Dibe ku em ji rojeva xwe derbixin.Lê belê divê neyê ji bîr kirin ku sîyonîst îsraîl tu car Mescîda Eqsayê ji rojeva xwe dernaxin.Her car bi hinceta tiştinan êrîşî Mescîda Eqsa dikin. Bedengmayîna li hemberî van êrîşan tesdîqkirina zilmê ye.Ev bêdengmayîn ji îsraîl û Emrîka re teslîmkirina Mescîda Eqsa ye.Êdî divê gavên berbiçav werin avêtin.Her wiha divê hikûmeta Tirkîyê jî gavinan ku mislimanan tetmîn bike biavêje.”

“Divê êdî em terka şermezarkirinê bikin”

Serokê Hurrîyet û Mafên Însanan a Şaxa Entabê Mehmet Emîn Arslan jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Alema îslamê û raya giştî a dinyayê her car ji van êrîşên ku ji teref îsraîl ve tên kirin re bêdeng dimînin.Misliman encax van êrîşan şermezar dikin. Êdî em ji şermezarkirinê aciz bûn.Alema îslamê di nava  bêdengîyê de ye.Her wiha ew serokên ku îro ji welatên mislimanan re serokatîyê dikin jî di nava bêdengîyê de ne.Êdî divê em ji şermezarkirinê berdin û divê em gavên berbiçav di vî warî biavêjin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir