• DOLAR 32.331
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2282.233
  • ...
 "Doza Filîstîn û Quds ne tenê yê Filîstînîya ye, ya temamê ummetê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Platforma Qudsa Azad, Sertaç Tekdal êrîşa ku li Mescîda Eqsayê hatîye kirin re bertek nîşan da û destnîşan kir hêzên rojavayî û sîyonîstan planekî bendfiêl têxistine fealîyetê.

Berdevkê platformê Tekdal di derbarê Mescîda Eqsayê de destnîşan kir ku girîngîya Mescîda Eqsayê ya ji bona ummeta îslamê ji teref sîyonîstan ve baş tê zanîn û ji ber vê yekê jî her tim ew tirsa civîna mislimanan a li dora Mescîda Eqsayê di dile wan deye.

 “Îmhakirina Mescîda Eqsayê hedefê îsraîl e”

 Tekdal axavtina xwe ya di derbarê Mescîda Eqsayê de wiha da domandin: “Sîyonîst îsraîl ji ber ku vê rastîyê ango girîngîya Mescîda Eqsayê ya ji bona mislimanan baş dizane di bin Mescîda Eqsayê de tûnela vedike û li gor xwe heykela Hz. Sileyman digere.Ji ber vê yekê jî hilweşandina Mescîda Eqsayê di hedefa îsraîl de ye.Ev hedef her tim hebû û wê hebî jî. Lewra ji ber ku girîngîya Mescîda Eqsayê ya ji bo alema îslamê baş dizane rast e rast Mescîda Eqsayê hilnaweşîne. Ji dêla wê de niha siyaseta xwe ya di derbarê Mescîda Eqsayê de guhart. Ji dêla hilweşandinê de di navbera misliman û cihûyan de plana parvekirina Mescîda Eqsayê têdixe fealîyetê. Bi vî awayî dixwazin ku gav bi gav Mescîda Eqsayê îşxal bikin. Ji vî tiştî re Camîya Hz. Îbrahîm a li El Xelîl mînak e.

“Ev tişt gavên yekem a planên pinî ne”

Tekdal di berdewa axavtina xwe de wiha ragihand: “Sîyonîstan her tim gotina ‘parvekirina wext û mekan’ tînin ziman. Ji vê gotinê meqsad ev e; bila di  nava demeke de misliman biçin Mescîda Eqsayê îbadetên xwe eda bikin û bila di nava demekê de jî cihû biçin Mescîda Eqsayê . Ev tişt gavên yekem a planên bendefiêl in.Bi vî awayî dixwazin ku Mescîda Eqsayê temametî îşxal bikin. Di vî warî de li gor xwe qanûnan jî amade dikin. Ev hazirîya îşxalkirina Mescîda Eqsayê ye. Ji bona vî tiştî mînaka herî delal planên îşxalkirina Camîya Hz. Îbrahîm e.”

Tekdal di mijara dewletên rojava û nêrîna wan a di derbarê îsraîlê de wiha ragihandin:” Yên ku îsraîlîyan anîn û li Filîstînê bi cih kirin dîsa ew bûn. Ji ber vê yekê divê em li benda danekirinên rojava ya li dijî îsraîl nesekinin.Ev karekî betal e.”

“Doza Filîstîn û Qudsê ne tenê ya Filîstînîyan e, ya temamê ummetê ye”

Tekdal di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir divê ummeta îslamê  cardin li derdora Mescîda Eqsayê bicive û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro egîd û mêrxasên Eqsayê li ser navê ummetê  Mescîda Eqsayê muhafize dikin. Mêrxwas û egîdên Eqsayê muhafize dikin lê belê ev berpirsîyarîya barê muhafizekirina ya li ser milên me wernagire.Doz û dawa Filîstîn û Quds netenê yên Filîstînîyan e her wiha yê temamê ummetê ye.Ji ber vê yekê heger  em li derdora Mescîda Eqsayê bicivin wê demê em jî  wek Selahaddînê Eyyûbî dikarin wan xaçperestan mexlûb bikin. Îzzet û şeref encax bi vî awayî wê bê bi dest xistin. Di vî warî de rêvebirên dewletên îslamî divê dengên xwe bilnid bikin. Her wiha sazîyên civakî û temamê mislimanan jî divê dengê xwe bilind bikin û bertek nîşan bidin.Heger em di cihê xwe de rûnin û tiştekî nekin em qet nikarin izzet û şerefê bidestbixin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir