• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
ÎTTÎHAD ji Serokê Şaredarîya Mezin a Edenê ya MHPyî re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎTTÎHAD ji Serokê Şaredarîya Mezin a Edenê ya MHPyî re ji ber ku di axavtinên xwe de ji kesên mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza û Xocayê Atif ê Îskîlîpî re heqaret kiribû re bertek nîşan da û destnîşan kir ku divê serokê şaredarîyê berî kêlîkê lêborînê bixwaze.

ÎTTÎHAD di derbarê mijarê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.Di daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin ku ew, wan axavtinên Serokê Şaredarîya Mezin a ku li dijî aliman hatine kirin  wek bêedebî diwesfînin.

Di berdawama daxuyanîyê de bang li sazîyên civakî yên sivîl û li partîyan hat kirin da ku ew jî bertek ji vî tiştî re nîşan bidin û wiha li axavtinê hat zêdekirin: “ Ew alimên me di vê rêyê de can ê xwe bêtirs feda kirin.Wanan hisabên zaliman xalî derxistin.Em wan axavtinên ku li dijî alimên me hatine kirin û hedê xwe borîne bişidet şermezar dikin.Serokê Şaredarîya Mezin a Edenê ji ber axavtinên ku di derheqê aliman de kiriye divê demildest lêborînên xwe bîne ziman.Her wiha em di serî de bang li partîyên siyasî û  Sazîyên Civakî yên Sivîl, Îslamî û her wiha li cemaet û aliman dikin da ku berteka pêwîst nîşan bidin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir