Li Diyarbekirê êrîşa roketavêjî li Îstasyona Trafîkê ya Heremê hat kirin
Li navçeya Çinara Diyarbekirê ji teref kesên PKKyî ve êrîşa roketavêjî li Îstasyona Trafîkê ya Heremê hat kirin.
Kesên PKKyî li navçeya Çinara Diyarbekirê êrîşî Îstasyona Trafîkê ya Heremê kirin. Êrîş di derdora seat 00.20an de hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 2 roketavêj hatin bikaranîn.Piştî êrîşa ku hat kirin polêsan bersiva kesên PKKyîyan da. Ji be vê yekê kesên PKKyî ji cihê bûyerê revîyan.
Hat ragihandin di êrîşa ku hatîye kirin de tu kes ne birîndar bûye ne jî mirîye.
Di derbarê mijarê de lêkolîn hê jî didomin.(ÎLKHA)