• DOLAR 32.519
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2424.202
  • ...
HUDA PARê êrîşa ku li Mescîda Eqsayê hatîye kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajêr a Mûşê ya HUDA PARê M.Şîrîn Çaglayan êrîşa ku ji teref sîyonîst îsraîl ve li Mescîda Eqsayê hatîye kirin  daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.

Çaglayan destînîşan kir ku ev êrîşên ku hatine kirin nayên qebûlkirin û wiha ragihand: “Em wê êrîşa ku ji teref îsraîlê sîyonîst ve li Mescîda Eqsayê hatîye kirin bi şidet şermezar û tel’în dikin.Ev êrîş û qetlîamên  ku ji teref sîyonîstan hatine kirin nayên qebûlkirin.Sîyonîst îsraîl bi vê êrîşa ku kiriye heddê xwe borîye.”

Çaglayan ji ber ku misliman ji van êrîşan re berteka pêwîst nadin gazinên xwe anî ziman û wiha axivî: “Ev qewma lanetkirî  li dinyayê wezîfeya xwe tîne cih.Lê belê alema îslamê ji van êrîş û qetlîamên sîyonîstan re berteka pêwîst nadin.Alema îslamê ji van tiştan re tenê dibe temaşevan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir