Polês mudaxeleyî koma ku ji Şirnexê diçû Cizîrê kir
Polêsan destûr neda koma ku ji Şirnexê bi ber Cizîrê ve diçû û mudaxeleyî wan kir.
Koma ku dixwast qedexeya derketina derve ya ku li Cizîrê hatibû îlankirin protesto bikin ji Şirnexê têketine rê û kirin ku biçin Cizîrê. Lê belê polêsan destûr neda komê û mudaxeleyî wan kir.
Ji koma ku dixwast biçê Cizîrê re polêsan destûr neda. Serokê Şaredarîya Şirnexê Serhat Kadirhan li ser navê komê bi polêsan re axivî û daxwazên xwe anî ziman. Polêsan ji bona daxwazan re destnîşan kir ku ji ber talîmata Walîtîyê ew destûrê nadin ji bona kom derbasî Cizîrê bibe.
Kesên di nava komê de piştî vê axavtinê ji wesayîtên xwe peya bûn û bi rê ketin.Kesên di nava komê de rê ji trafîkê re girtin û li ser rê lastîkan şewitandin. Ji ber vê yekê polêsan jî mudaxeleyî kesên ku bûyer derxistin kir.
Kesên di nava komê de bûn piştî mudaxeleyê li wesayîtên xwe siwar bûn û vegerîyan Şirnexê.(ÎLKHA)