Li Cizîrê 2 kesên ku roket îsabetî mala wan kir jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Cizîra Şirnexa ku berî vê çendakê derketina derve hatibû qedexekirin hê jî pevçûn û şer didomin. Ji ber pevçûnên ku hê jî li navçê didomin îro 2 kesên ku roket îsabetî mala wan kir jiyana xwe ji dest dan.
Li Cizrîrê ji 4ê îlonê vir ve derketina derve hatibû qedexekirin. Li navçê hê jî pevçûn didomin . Di pevçûnan de dîsa zirara herî mezin xelkê ku di navbera du agiran de maye dibîne.Xelkê navçê nikarin derkevin derve û sed zehmetîyê dikşînin. Her wiha xelk ji ber pevçûnan dibin hedefên çekan.
Li Taxa Nûrê ya ku hê jî lê operasyon didomin vê şeveqê di bûyerên ku qewimîn de şexsên bi navê Suphî Sarak û Bahattîn Sevînîk bûn hedefên çekan û jiyana xwe ji dest dan.
Bahattîn Sevînîk dema ku di mala xwe de rûdinişt bû hedefa roketa PKKyîyan û birîndar bû. Sevînîkê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. Lê belê dema ku Sevînîk dibirin nexweşxanê wesayîta ku wî dibir dan ber guleyan. Di gule berandinê de Suphî Sarakê ku di wesayîtê bû jiyana xwe ji dest da û Sevînîkê ku birîndar bûbû jî ji ber windakirina xwînê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyên Sevînîk û Sarak ji bona kirina otopsîyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.(ÎLKHA)