• DOLAR 32.44
  • EURO 35.43
  • ALTIN 2330.66
  • ...
Bankaya Zad a Destê Rehmetê dest bi hazirîyên qurbanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bankaya Zad a Destê Rehmetê ya ku endamê Platforma Alîkarîyê ya Kerwana Umûdê ye û li Wanê bi xebatên xêrê yên ku dike tête nasîn dest bi hazirîya Eyda Qurbanê kir.

Serokê Bankaya Zad a Destê Rehmetê ya Wanê Sabrî Yildirim di derbarê hazirîyên Eyda Qurbanê de destnîşan kir  her weke  her sal ji bona kesên feqîr û jar qurban tên ser jê kirin ew ê îsal jî bên serjêkirin.

“Werin em wê xebata xêrê ya Yasîn Boru bidomînin”

Sabrî Yildirim, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Eyda Qurbanê de dema ku goştên qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Em dixwazin ku ji kesên hewcedar û feqîr ên ku berî niha hatine tesbîtkirin re goştê qurbanan bigihêjînin.Em  her wiha dixwazin ku kesên xêrxwaz û kesên ku ew ê goştên qurbanan belav bikin beşdarî vê bernameya serjêkirina qurbanan bibin.Em li benda wan birayên xwe ne heger bixwazin wê xebata xêrê ya Yasîn Boru bidomînin bila beşdarî bernameya me bibin.”

 “Malbatên ku nikarin nan bikirin hene”

Yildirim axavtina xwe ya di derbarê kesên hewcedar û feqîr de wiha da domandin: “Divê ew goştê wan qurbanên ku wê bên serjêkirin di nava kesên feqîr û hewcedar de werin belavkririn da ku ji salê carekî jî be bila goşt têkeve mala wan kesan.”
 

Yildirim di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Bihaya qurbanên ku em ê îsal sêrjê bikin 550 lîre ye. Kesên ku dixwazin qurbanên xwe bi me bidin serjêkirin dikarin bi şexsê xwe werin Bankaya Zad a Destê Rehmetê an jî dikarin ji nimreyên 0412 214 61 64 ile 0553 231 72 73an bi me re têkevin têkilîyê.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir