Li Diyarbekirê êrîşa bombeyî:2 birîndar
Li Diyarbekirê di êrîşa ku li polêsan hat kirin de 2 kesên sivîl birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Şehîtlîka navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê êrîşa bombeyî li TOMAya ku li ber avahîya Navenda Piştewanîya Ciwanîyê disekînî hat kirin. Di êrîşê de 2 kesên sivîl ên ku ji wê derê derbas dibûn birîndar bûn.
Êrîş di derdora seat 15.40an de ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve hat kirin.Kesên sivîl ên ku di êrîşê de birîndar bûbûn rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa kesên sivîl ên ku di êrîşê de birîndar bûbûn baş e.
Di derbarê êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)