Serokê Şaredarîya Erûhê ya DBPyî ji wezîfê hat standin
Hat ragihandin ku Serokê Şaredarîya Erûhê ya DBPyî Huseyîn Kiliç ji wezîfeya xwe hat standin.
Huseyîn Kiliçê ku berî vê çendakê ji ber daxuyanîya ku tê de gotinên ‘Xweserî`yê derbas dibû xwendibû ji teref mehkemeya nobedar ve bi sûca “Xerakirina yekîtîya dewlet û welêt” hatibû darizandin û bi şerta kontrola edlî hatibû serbest berdan. Huseyîn Kiliçê ku hatibû serbest berdan ji wezîfeya xwe hat standin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezîrîtîya Karên Navxwe ve ji Walîyê Sêrtê re hatibû şandin de hat diyarkirin ku Serokê Şaredarîya Erûhê ya DBPyî Huseyîn Kilinç ji wezîfeya xwe hatîye standin.(ÎLKHA)