PKKyîyan li Bidlîsê 20 wesayît şewitandin
Endamên PKKê yên ku rêya Bidlîs û Diyarbekirê birîn 20 wesayîtên ku ji TIR û qamyonan pêk dihat şewitandin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin endamên PKKê li ser rêya Bidlîs û Diyarbekirê li mewkîya Buzlupinarê rê birîn û wesayîtan sekinandin. Endamê PKKê piştî ku propogandaya rêxistinê kirin re wesayîtan şewitandin.
Kesên PKKyî li ser rê tevde 20 wesayîtên ku ji TIR û qamyonan pêk dihat şewitandin. Kesên PKKyî piştî ku wesayîtan şewitandin ji cihê bûyerê revîyan û di tarîtîya şevê de winda bûn.
Ji bona PKKyîyên ku wesayîtan şewitandine werin girtin li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.(ÎLKHA)