• DOLAR 32.544
  • EURO 34.819
  • ALTIN 2432.285
  • ...
Yetîm Dera Ewrûpa ji penaberên Sûrî re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm Dera Ewrûpa li Chorweîlera Almanyayê ji penaberên ku di nava wan de yên Sûrî,Asyayî û Afrîkayî hebûn re alîkarîya xwarin, cil û erzaqê  kir.

Alîkarîyên ku ji teref kesên xêrxwaz ve hatibûn bexş kirin ji  teref  temsîlkarên Yetîm Dera Ewrûpa Cahîl Ataş û Rahîme Ataş ve ji kesên penaber re hat gihaştandin.Kesên penaber ên ku alîkarî ji wan re hat kirin ji ber alîkarîyên ku hatine kirin ji temsîlkarên Yetîm Dera Ewrûpayê û ji kesên xêrxwaz re teşekkur kirin.

Temsîlkarê Kolnê ya Yetîm Dera Ewrûpayê Cahît Aktaş di derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatine kirin de wiha axivî: “Me berî niha rewşa kesên penaber ên ku hatine vê derê tesbît kiribû. Me vê  rewşê ji kesên xêrxwaz re îzah kir. Kesên xêrxwaz jî bi qasî ku ji destên wan dihat alîkarîya erzaq û xwarinê kirin. Me jî van alîkarîyan ji kesên penaber û hewcedar re belav kir.Em ê Xwedê nesîb bike van rojên pêşîya me jî xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.”

Temsîlkarên Yetîm-Derê Ewrûpayê di dawîya axavtina xwe de ji kesên xêrxwaz teleba alîkarîyê kirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir