Li Îdirê êrîşa mayînî li servîsa polêsan hat kirin: 10 polês jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin Li Îdirê êrîşa mayînî li servîsa polêsan hat kirin . Di êrîşa mayînî de 10 polês jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.
Teqemenîya ku li nêzî gundê Hasanhana navçeya Aralika Îdirê li ber rê hatibû bicihkirin dema ku servîsa polêsên ku karmendên derîyên sînor muhafize dikirin derbas dibû hat teqandin.
Êrîşa mayînî ya ku di wextên şeveqê hat kirin de 10 polês jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.Hat hînbûn ku rewşa her 2 polêsên ku birîndar bûbûn nebaş e.
Piştî êrîşê li herêmê operasyon dan destpêkirin.(ÎLKHA)