• DOLAR 32.559
  • EURO 34.909
  • ALTIN 2430.822
  • ...
Selahaddîn Uruk: “Me rêyek vekir bila nifşên ku ew ê bên di vê rêyê de bimeşin.”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Selahaddîn Urukê ku jiyana xwe bi xizmet û xebatan  di rêya îslamê de feda kiribû di hêleya ku li dijî camîayên îslamî hatibû destpêkirin de di 5ê îlona 2001an de hat qetilkirin.

Me, heyata Selahaddîn Urukê ku berî vê  14 salan hatibû qetilkirin ji malbata wî guhdar kir.

Dayika Sultana ku dêya Selahaddîn Uruk e di derbarê lawê xwe de wiha axivî: “Berî ku lawê min were dinyayê min pêxemberê me di xewna de dît. Piştamin mist dida û ji min re dua dikir. Bi welidîna Selahaddîn bereket û şeref hate mala me. Selahaddîn hê biçûk bû dest bi Qur`anê kir û hîn bû. Her wiha gelekî ji Qur`anê hez dikir. Her çiqas biçûk bû jî li malê nimêja bi cemeat bi me dida kirin.”

Sultan Uruk axavtina xwe ya di derbarê lawê xwe de wiha da domandin: “ Selahaddîn di dema ciwanîya xwe de yekî durust û wêrek bû. Êşa windakirina Hz. Yusuf ji bona Hz. Yaqub çi be;  windakirina Selahaddîn jî mîna wê êşê ye. Xwedê Teala heqê me ji wan kesên ku vê êşê bi me didin kişandin re nehîle.Ez wan qatilên ku lawê min qetil kirin hewaleyî Xwedê dikim.”

Elîf Uruka ku xanima Selahaddîn Uruk e di derbarê mêrê xwe de wiha destnîşan kir : “Selahaddîn bi salan li hicrete ma. Ji ber vê yekê jî kêm carinan dihate malê. Selahaddîn dê û bavê xwe , mewkî û meqam, zarok û malê xwe û her wiha canê xwe di rê ya Xwedê de feda kiribû.Her tim vî tiştî ji min re digot ‘Heger ne ji bona Xwedê bana ez ê destê xwe ji hemû tiştî vekişandibana û min dev ji zarokên xwe bernedida. Ez ê wan li pey xwe nehiştibana û ez ê her tim li cem wan bana.”

”Di vî wextî de di malê de rûniştin heram e”

Elîf Uruk axavtina xwe her wiha da domandin: “Selahaddîn gelek caran ji min re digot ku ‘ Di wexteke wiha de di malê de rûniştin heram e.` Ew qas dixebitî ku carinan dema ku dihat malê heta min jê re xwarin hazir dikir ji betilandinê xew ve diçû.Carinan jî heta nivê şeve dixebitî. Dersa erebî û tefsîrê dida me.Piştî nimêja sibê ji min re digot ku ‘Niha ne wextê xewê ye, lewra wextê me gelekî hindik ma ye.Dibe ku sibê ev wext nekeve destên me.`

 “Qiymet dida wext û tesetturê”

Elîf, destnîşan kir ku Selahaddîn Uruk gelekî zêde ehemmiyet dida perwerdehîya qîz û pîrekan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji tiştên ku Selahaddîn gelekî li ser disekinî tesettura qîz û pîrekan bû.Dema qîzên me biçûk bûn jî Selahaddîn destûr nedida ku cilê xeyrî îslamî li xwe kin. Di nava malê de jî dixwast ku cilên ku dihatin xwe kirin fireh û li gor îslamê bin. Dema ku pîrek cilên teng li xwe dikirin û dengê xwe bikasî ku zilam pê bibîhîzin bilind dikirin gelekî zêde aciz dibû.Her car ji me dixwast ku yek cûr xwarin hazir bikin. Ji îsrafê hez nedikir. Nexasim  di mijara bikaranîna wext de gelekî hesas bû.Karên betal nedikir û zêde jî nediraza.”

 “Me rêyek vekir bila yên ku wê bên di vê rêyê de bimeşin”

Xanima Elîf wiha dawî li axavtina xwe anî: “Selahaddîn berî ku şehîd bibe 2 rojan temamê heyata xwe ji min re anî ziman.Ji min re got ku ‘Vaye ev bû 16 sal ku em zewicîne.Ev 16 sal êdî bes e, êdî min şehadetê heq kir.Min jî wî wextî wiha jê re got, dev ji me berde hewcîtîya ummetê ji kesên mîna te  re heye. Li ser vê gotina min wî jî wiha got ‘ Mê rêyek vekir bila yên ku wê bên  di vê rêyê de bimeşin. Ez ji Xwedê Teala dixwazim ku nesîbê min bike ku di rêya ku vekirîye de ez bimeşim û di rêya Wî de xwe feda bikim.”

 “Bi şexsîyeta xwe  îslamî ji derdora xwe re mînak bû”

Sumeyye Uruk destnîşan kir ku bavê wê ji ber jiyana xwe îslamî û ji ber exlaqa xwe ya îslamî ji teref însanên derdora wî ve gelekî dihat hezkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min hê di dema ku ciwan bû jî gotina wî di nava malbatê de bi qedr û qiymet bû. Dema ku mezinên malê dihatin cem hev  li cem bavê xwe rûdinişt.  Bav û apên wî di derbarê mijarin de pê dişewirîn.Bavê min exlebe li ser xwendevanên lîseyê dixebitî. Ji bona xwendevanan bernameyan amade dikir û serê heftîyekê carek ji wan re sohbet dikir. Di derbarê kitêbên ku dida xwendevanan de ji wan agahî werdigirt û li wan guhdar dikin. Bavê min di warê teblîxkirina îslamê de ji xwendendavanan re nesîhetan dikir. Carinan jî wan dianî mala me û ji wan re xizmet dikir, qedr û qiymet dida wan. Rojekî ji ber vê yekê kalikê min wiha jê pirs kir ‘Lawê min!Tu çi ji van zarokan dixwazî?Qey tu wextê xwe bi yên weke xwe re derbas bike nabe?` Piştî ku ji navbirê sal derbas bûn re bavê min rojekî ji bavê xwe re wiha got ‘ Mêzeke bavo. Ew kesên ku te ji wan re digot zarok in  bûne zilam.` Bi vî awayî dixwast ku semereyên xebatên ku kiribûn nîşanî bavê xwe bide.”

Pêvajoya hepisxanê…

Sumeyye destnîşan kir ku bavê wê ji ber xêbatên îslamî destên xwe ji karê xwe kişand û çû Diyarbekirê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bavê min emrê xwe di xizmeta îslamê de feda kir. Bavê min di sala 1992an de hat binçavkirin. Ji ber sûcên ku dixwastin pê bidin qebûl kirin qebûl mekir gelek îşkence û eziyet lê hat kirin.Di bin wan îşkenceyan de bi berxwedana xwe hemî kesî ji xwe re heyran hişt. Di dawîyê de ji teref mehkemê ve tê tewqîfkirin û  wî şandin Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Eyê. Bavê min dema ku têkete girtîgehê jî vala nesekinî. Di heman demê de di nav 7 hevalên xwe de wezîfeyan parve kir. Wekî din kitebên îslamî jî peyde kir. Êdî bi vî awayî di girtîgehê de jî dest bi xebatên perwerdehîyê kir. Bavê min piştî ku ji girtîgehê derket jî bi salan heta ku çû rehma Xwedê jî xebatên xwe îslamî li cûrbecûr bajêran domand.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir