Li Daglicayê 16 esker jiyana xwe ji dest dan
Ji teref Serokatîya Sererkanîyê ve hat ragihandin ku di êrîşa ku li Daglicayê li eskeran hatîye kirin de tevde 16 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn.
Ji teref Serokatîya Sererkanîyê ve di derbarê êrîşa ku li Daglicayê li eskeran hat kirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin ku di êrîşê de 16 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn.
Her wiha di daxuyanîyê de hat diyarkirin teqemenîyên ku berî niha li ber rê hatibûn veşartin dema ku wesayîtên eskerîyê yên bizirx derbas dibûn hatin teqandin. Di encama teqandinê de 16 esker jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyanîyê de hat daxuyandin piştî êrîşa ku hatîye kirin li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kiriye. Di çarçovaya van operasyonên ku hatine kirin de 23 hedefên PKKê hatine îmhakirin.(ÎLKHA)