Li Cizîrê hejmera mirîyan derketa 4an
Li navçeya Cizîra Şirnexê ji 4ê îlonê vir ve derketina derve ji teref Walîtîya Şirnexê ve hatibû qedexekirin. Ji ber pevçûnên ku li navçê qewimîn 4 kes mirin.
Piştî qedexekirina derketina derve li Cizîrê pevçûn derketin û heta doh êvarî jî domîn. Hat ragihandin di pevçûnên ku derketine de hejmara kesê mirî derketîye 4an.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di pevçûnan de 5 jê polês tevde 8 kes birîndar bûn û her wiha 4 kes jî jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)