Li Mêrdînê êrîş li polêsan hat kirin:Polêsek birîndar
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî kesên PKKyî êrîşa bombeyî birin li ser Qonaxa Hikûmetê. Di êrîşê de polêsek birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî PKKyîyan êrîşî Qonaxa Hikûmetê ya navçeyê kirin. Êrîşa bombeyî doh êvarî pêk hat.Polêsê ku nobedar bû di êrîşê de sivik birîndar bû. Polêsê ku birîndar bûbû bi ambûlansê birin nexweşxanê.
Piştî êrîşa ku hat kirin re li navçê operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)