Ji teref Sererkanîyê ve di derbarê Daglicayê de daxuyanî hat dayîn
Ji teref Sererkanîyê ve di derbarê êrîşa ku li eskeran hatîye kirin de hat destnîşan kirin ji ber teqendina teqemenîya ku berî niha li ber rê hatîbû veşartin hinek esker jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn.
Di derbarê êrîşa ku li Daglicayê hat kirin de ji teref Sererkanîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanî ya ku hat dayîn de hat ragihandin di encama teqandina teqemenîyê de eskerin jiyana xwe ji dest dan û eskerin jî birîndar bûn. Di daxuyanîyê de di derbarê hejmera eskerên birîndar û mirî de tu agahî nehat parvekirin.
Di daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin piştî êrîşa ku li eskeran hatîye kirin re bi F-16 û F-14an 13 hedefên rexistinê hatine îmhakirin.
Di dawîya daxuyanînê de hat diyarkirin ku hê jî li herêmê operasyon didomin.(ÎLKHA)