Li Diyarbekirê êrîşa duyemîn li polêsan hat kirin: 3 birîndar
Piştî ku li navçeya Sûra Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin re li Sûrê di navbera polês û komên PKKyîyan de pevçûn derket.
Piştî ku li navçeya Sûra Diyarbekirê 2 polês jiyana xwe ji dest dan re ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve derketina derve hat qedexekirin.Piştî qedexekirina derketina derve re li navçê di navbera polês û komên PKKyîyan de pevçûn derket.
Hat ragihandin di pevçûnên ku derketinê de tevde 3 polês birîndar bûn.(ÎLKHA)