• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji Bîlge-Derê ji bona xwendevanan qempa havînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîlge-Dera Xarpêtê  ji bona xwendevanan bernameya fealîyetên civakî û manewî li dar xist.Bernameya qempa havînê li Gezînê li ber Gola Hazarê hat lidarxistin.Di bernameyê de ji xwendevanan re dersên îlmîhal, hadîs,tefsir, sîyer û dersên mîna van hat dayîn.Her wiha di nava heftîyekî de fealîyetên çandî û sporê jî hatin kirin.

Di nava heftîyekî de ji derve jî mêvan  beşdarî bernameyê bûn û ji zarokan re semîner dan. Nivîsakarê rojnameya Dogru Haberê Saîd Şahîn ê ku beşdarî bernameyê bû û ji bona xwendevanan  axavtinekê kurt kir. Şahîn di axavtina xwe de wiha diyar kir:” Xortên hêja! Ji bona ku hûn beşdarî vê bernameya xweş bûne û ji ber ku hûn ciwanîya xwe di vê derdorê de derbas dikin Xwedê Teala ji we teva razî be.Xwedê Teala nesîbê we jî bike da ku hûn jî emrê xwe di rêya Xwedê û îslamê biborînin.Her wiha ez ji Bîlge-Dera ku bernameyeke wiha xweş amade kiriye re jî teşekkur dikim.Xwedê Teala ji wan razî be.”

Ji xeynî Saîd Şahîn her wiha nivîskarê rojnameya Dogru Haberê Menderes Yildirim û Mehmet Yavuz jî beşdarî bernameyê bûn.Mehmet Yavuz ji ber daxwaza xwendevanan ji xwendevanan re axavtinek kir.Yavuz  wiha dest bi axavtina xwe kir: “Însan ji bona karibe li heyata axretê rihet bijî divê wekê çivîkekî xwedîyê du baskan be.Divê li ser baskekî Qur’an, Heyata Resûlullah, fiqh, tefsir û yên mîna van hebin û li ser baskê din jî ilmên fennî yên mîna biyolojî, kîmya, fîzîk  û edebîyat hebin.”

Sekreterê Lijneya Rêveberîyê ya Bîlge-Derê Alî Yuksel di derbarê bernameya ku ji bona xwendevanan hatîye amadekirin de wiha axivî:”Em wek Bîlge-Derê ji sala 2011an vir ve bernameyên mîna vê , bername û fealîyetan  çêdikin.Gelekî zêde fêdeya van bername û fealîyetan li ser xwendavanan heye. Di vê wextê fitn û fesadîyê û vê wextê ku exlaqa nebaş derdorê belavbûyê de em wek STKyên îslamî  ji bona van xortan ji van tiştên xeyrî îslamî muhafize bikin her çi tişt ji destên me bê bi izna Xwedê em ê bikin. “

Her wiha xwendevanên ku beşdarî bernameyên bûbûn memnuniyet û kêfxweşîyên xwe anî ziman.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir