• DOLAR 32.51
  • EURO 34.873
  • ALTIN 2472.806
  • ...
Malbatên mexdûr ji tehlîyan re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî banga HDPê ya derketina derve di bûyeren ku di 6 û 8ê cotmehê de pêk hatibûn de Yasîn Boru û hevalên wî ji teref PKKyîyan ve dema ku goştê qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin. Di doza qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî de 6 bersûcên din jî hatibûn serbestberdan.

Doza Yasîn Boru, Huseyn Dakak, Rîyat Guneş û Hasan Gokgozê ku di 6 û 8ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve dema ku goştên qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin, roja çarşemê hatibû dîtin.

Doz ji ber hinceta ewlehîyê neqlî Enqerê hatibû kirin. Doz li Enqerê li Mehkemeya 1emîn ya Cezaya Giran a Zarokan hat dîtin.  Bersûcên bi navê F.G., A.K., M.D., Y.O., M.Î. û F.K digel parêzerê xwe beşdarî dozê bûn. Bersûcan sûcên ku di derheqê wan de dihatin gotin qebûl nekirin û parêzerê bersûcan ji mehkemê tehlîyeya wan teleb kiribû û mehkemê 6 bersûcê din jî tehlîye kiribû.

Ji ber van tehlîyekirinan malbatên mexdûr ji qerara tehlîyê re bertek nîşan dan.

Fîkrî Boruyê ku bavê Yasîn Boru ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Wek ku tê zanîn lawê min hat qetilkirin.Doza kesên ku lawê min qetil kirin ji ber hinceta ewlehîyê neqlî Enqerê kirin û qet ne xeber nedane parêzer ne jî me û bi vî awayî kesên bersûc li gor xwe darizandine û wan tehlîye kirine.Her car çend kesan bi vî awayî serbest berdane. Herî dawî jî 6 kesên din jî hatin serbestberdan.Ji ber çi sedemê van kesan serbest berdidin. Em serbestberdana wan bersûcan ji televîzyonê hîn dibin.”

 “Ev mehkemeyeke çawa ye min tu tişt jê fêm nekir”

Boru axavtina xwe ya di derbarê mehkemê û darizandinê de wiha da domandin: “Em di derheqê wan kesên ku ji vî tiştî re bûbûn sedem de gilîdar bûn; lê belê di derheqê wan kesan de tu lêpirsîn nehat vekirin.Divîyabû kesên ku ji vî tiştî re bûbûn sedem jî hatibe cezakirin. Lewra zarokên me şehîd kirin. Em naxzwazin ew kesên ku vî êşî têxistine dilên me bêceza bimînin. Ji ber vê yekê em ji rayedarên dewletê dixwazin ku li ser vê meselê birawestin.”

“Ev needalet e zilm e”

Ji malbatên mexdûr Mehmet Gokgozê ku bavê Hasan Gokgoz e di derbarê bêedaletî û darizandinê de wiha axivî: “ Mehkemeyek heta ku gazî kesên mexdûr neke û kesên mexdûr guhdar meke çawa dikare qerarê bide.Ez ji wan kesên ku hatin tehlîyekirin gilîdar bûm. Mehkeme çawa dikare wan kesan serbest berde.Ez bang li dewletê û li edaletê dikim. Heger edalet bingeha îdarê be ka edalet li kû ye.Zilam parçe parçe kirine û bersûcan serbest berdidin. Heger hûn ji ve re bibêjin edalet ev e, na li li gor min ev needalet e zilm e, hakaret e. Xwedê nesîb bike ez ê demeke nêz de biçim hecê. Dema ku ez çûme hecê ez ê li hizûrê Xwedê ji wan dozger û dadweran gilîdar bibim û ew ê destên min  li dinyaya axretê jî di pêsîra wan de be.Gelo zarokên wan dozger û dadweran ji teref PKKyîyan ve hatibana qetilkirin ew ê dîsa wan kesan serbest berdabana?”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir