Erebeya ku karkerên findikan di nava wê de qeza kir: 12 birîndar
Erebeya ku karkerên findikan ji Gîresûnê dianî Qahtayê li Sêwasê qeza kir.Di qezayê de 2 jê giran tevde 12 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin karkerên Qahtayî yên ku ji Gîresûnê dihatin Qahtayê li Sêwasê qeza kirin. Qeza doh êvarî pêk hat. Erebeya ku ajakorê wê Celal Koyuncu bû qulibte şarampolê.
Di encama qezayê de kesên bi navê K.Î û Î.Î giran; û kesên bi navê A.A, M.A, R.A, N.A, F.A, D.M, F.M û C.K. jî sivik birîndar bûn.Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Sêwasê ya Dewletê.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)