• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Di Girtîgeha Maltepeyê de mehkûm hatin derbkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîthat Yilmazê ku ji dawa Hîzbûllah hikm xwerîya  û li Girtîgeha Kocaelîyê  dimîne faksek ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re şand. Faksa ku Mîthat Yilmaz şand zilm û zordarîyên ku li Girtîgeha Maltapeyê li mehkûman tên kirin û yên ku hatine kirin  cardin anî ber çavan û eşkere kir.

Mîthat Yilmaz di faksa ku  şand de destnîşan kir ku ew ji bona têkevin îmtîhanê ji Girtîgeha Kocaelîyê çûne Girtîgeha Maltepeyê. Li Girtîgeha Maltepeyê di dema serjimarîyê de ew, ji teref nêzî 30-40 gardîyanî ve hatine derbkirin.

 “ Min deverû li erdê dirêj kirin û xwe li min wer kirin”

Mîthat Yilmazê ku ji doza Hîzbûllah hikm xwerîye bûyera ku qewimîyê wiha anî ziman: “Ez û 5 mehkûmên din ên ku li Girtîgeha Kocaelîyê de diman ji bona îmtîhana DGSê em çûnê Girtîgeha Maltepeyê. Di têketina girtîgehê de tu pirsgirêk derneket.Em têketin îmtîhana xwe jî.Di dema şeveqê de ji ber ku kursî tunebûn me taşteya xwe li erdê dixwar ku gardiyan ji bona serjimarîyê hatin. Ji me xwestin ku em rabin ser pîyan. Lê belê ji ber ku em li erdê rûniştibûn nerabûn li ser pîyan. Ev hereketa me xweşa gardiyan neçû.Di heman demê de mehkûmekî edlî  yê bi navê M. Alî Koç ku ew jî bi me re hatibû di devê derî de bi gardîyanan re dipeyivî û hewldida ku kêmasîyên me ji wan re bibêje. Ji nişka ve li devê derî deng bilind bûn. Em jî ji bona xirecira ku rûdaye  haş bikin çûne cem wan.Çawa me kir ku em biçin cem wan ji nişka ve nêzî 30-40 gardîyan dehf li me dan û hewldan ku têkevin hindur. Dema ku gardiyan têketin hindur 2 mehkûman derb kirin û kelepçe li destên wan xistin. Wan her duwan bi vî awayî ji nav me derxistin û birin.Di heman demê de bi ser min ve hatin û min derb kirin. Gardîyanek min girt ên din jî bi kulman li min dixist.Demekê bi kotek û kulman min derb kirin û dûvre min derxistin derve û min  deverû li erdê razandin û kelepçe li destên min xistin.Pişt re jî me birin hucreyan.”

“ Ji ber derbeya ku li guhê min  dan perdaya guhê min qetîya”

Yilmaz axavtina xwe wiha da domandin: “Ji ber ku ez hatibûm derbkirin ez çûme cem doktorê girtîgehê; lê bi min eleqedar nebû. Dema ku ez çûm girtîgeha ku lê diman jî ez çûm cem doktor û min sewqî nexweşxanê kir.Dema ku li nexweşxanê muayene bûm  ji min re gotin ku perdeya guhê te qetîyaye û xwîn jê hatîye. Ji ber yekê em di derheqê bûyerê de gilîdar bûn. Heger bi wan kamereyên ku li cihê bûyerê bûn nelizîn ew jî dikarin bi şiklekî baş bûyerê bibînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir