• DOLAR 32.538
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2436.154
  • ...
 "Serbestberdana bersûcên qatil teşwîqê qetlîamekî nû dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî banga HDPê ya derketina derve di bûyeren ku di 6 û 8ê cotmehê de pêk hatibûn de Yasîn Boru û hevalên wî ji teref PKKyîyan ve dema ku goştê qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin. Di doza qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî de 6 bersûcên din jî hatibûn serbestberdan.

Doza Yasîn Boru, Huseyn Dakak, Rîyat Guneş û Hasan Gokgozê ku di 6 û 8ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve dema ku goştên qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin roja çarşemê hat dîtin.

Doz ji ber hinceta ewlehîyê neqlî Enqerê hatibû kirin. Doz li Enqerê li Mehkemeya 1emîn ya Cezaya Giran a Zarokan hat dîtin.  Bersûcên bi navê F.G., A.K., M.D., Y.O., M.Î. û F.K digel parêzerê xwe beşdarî dozê bûn. Bersûcan sûcên ku di derheqê wan de dihatin gotin qebûl nekirin û parêzerê bersûcan ji mehkemê tehlîyeya wan teleb kir.

Mehkeme di derheqê bersûcên ji 18 salî biçûk  ên bi navê F.G., A.K., M.D., Y.O., M.Î. û F.K de qerara tehlîyê da.

Parêzerê Yasîn Boru û hevalên wî Şaban Dalgin di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Ev fi’il û karên nebaş yên ku tên kirin her tim li cem wan kesên ku van tiştan dikin kar dimînin. Ji ber vê yekê ne teror ne kaos ne jî şidet nasekinin. Ji ber vê yekê di nava civakê de hizûr û aramî nayê sazkirin. Heger ne wiha bana ev tişt di nava  civakê de rû nedidan.  Ji ber vê yekê di nava vê dawê de û di nava darizandinê de sistî heye û her wiha li dijî  edaletê jî îxanet  heye. Ev sistbûn û îxanet jî ji bêedaletîyê re dibe sebeb. Heta ku ev bêedaletî û neheqî hebin tesiskirina hizûr û aramîyê nemimkun e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir