Li Diyarbekirê tiryak û sileh hatin bidestxistin
Li navçeya Çinara Diyarbekirê gelekî zêde tiryak û sileh hatin bidestxistin.
Li Diyarbekirê li dijî tacîrên tiryakê û qeçaxçîyên silehan operasyon hatin kirin . Di operasyonan de 400 kîlo esrar û her wiha keleşkofek, demançeyek, tifingeke nêçîrê û gelek zêde guleyên van çekan hatin girtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Çinarê li taxa Surendalê cendirmeyan di ser malekî û di ser zêvîyeke garis de girtin. Di serdegirtinan de di malê de keleşkofek, damençeyek, tifingeke nêçîrê û guleyên van silehan hatin girtin.Her wiha di zêvîya garis de jî 400 kîlo esrar û 60 hezar ta kenewîr hat bi destxistin.
Hat ragihandin ku xwedîyên xanî û zêvîyê ji bona werin girtin tên gerîn.(ÎLKHA)