Li Kerboranê êrîşa mayinî:4 polês jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Kerborana Mêrdînê dema ku erebeya polêsan derbas dibû mayîn teqîya, di encama teqîna mayînê de 4 polês jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin polêsan li ser îxbara şewitîna mektebekî diçûn cihê bûyerê. Dema ku polêsan ji bona mudaxele diçûn cihê bûyerê di rê de mayîn teqîya.
Di encama teqîna mayînê de 4 polês jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)