• DOLAR 32.526
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2450.872
  • ...
Umût Kapisiya Manîsayê li malbata sêwî  xwedî derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Umût Kapisiya ku endamê Platforma Alîkarîyê ya Umût Kapisi ye bênavbir  ji bona malbatên feqîr û hewcedar û ji kesên sêwî re xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Temsîlkarîya Umût Kapisiya Manîsayê di çarçoveya xebatên alîkarîyê de ji malbateke êtîm re yên ku di xanîyeke xopan û wêrane de dijîn re xanîyeke nû ava kir. Malbata êtîm ji ber alîkarîyên ku hatine kirin ji rayedaran re teşekkur kir.

Serokê  temsîlkarîya Umût Kapisiya Manîsayê Yahya Semîhsan di derbarê alîkarîya ku hatîye kirin de wiha peyivî: “Ev xweha me ya ku 4 zarokên wê hene berî vê 5 sala mêrê wê çû rehma Xwedê.Ew û zarokên xwe di vê xanîya xopan û kavil de di nava mezelekî de dijîyan.Ji ber vê yekê her çi ji destên me hat û bi wesîleya kesên xêrxwaz me mala xweha xwe restora kir.Hinek kêmasî mane. Xwedê nesîb bike xweha me dikare çend rojê şûnda di mala xwe nû de bi cî bibe.Tevde me nêzî 17 hezar TL li nûkirina vî xanîyê xerc kir.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir