• DOLAR 32.316
  • EURO 35.131
  • ALTIN 2293.174
  • ...
IHO EBRAR ji bona kampanyaya Qurbanê ya  2015an li  hev civîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarên IHO EBRARê yên Fransa,Hollanda, Belçîkayê li bajêra Laheya Hollandayê ji bona kampanyaya Qurbanê ya 2015an li hev civîyan û rewşa herî dawî ya kampanyaya Qurbana 2015an nirxandin.

Civîn bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm Dr. Abdurrahman Alpsoy di derbarê fealîyetên alîkarîyê yên IHO EBRARê de axavtinek kir.Alpsoy destnîşan kir ew ê di vê Eyda Qurbanê de li 20 welatê Afrîkayê  , li 10 welatê Asyayê , li 20 herêmên Tirkîyeyê  û her wiha li Xezayê jî ji kesên hewcedar re alîkarîya goştê qurbanan bikin.

Alpsoy di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku  ew ê li 50 herêmên cuda qurbanan ser jê bikin û ji xêrxwazên ku li Ewrûpayê dijîn xwest ku îştîraqî vê kampanyayê bikin.

Civîn bi kirina duayan bi dawî bû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir