Li Hekarîyê pevçûn: 1 esker jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Şemzînana Hekarîyê di navbera esker û PKKyîyên ku êrîşî Tabura Tekelê kirin de pevçûn derket.Di encama pevçûnê de eskerek jiyan xwe ji dest da.
Îro di wextên şeveqê de li navçeya Şemzînana Hekarîyê komek PKKyî êrîşî Tabura Tekelê kirin. Ji ber êrîşê ku hat kirin şer derket. Di encama şer de eskerek jiyana xwe ji dest da.Piştî pevçûnê li heremê operasyoneke berfireh li herêmê dest pê kir.
Di derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Sererkanîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di şerê ku derketîyê de eskerek jiyana xwe ji dest daye û 2 esker jî birîndar bûne.(ÎLKHA)