Kurtulmuş di derbarê karkerên ku hatine revandin de daxuyanîyek da
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di derbarê karkerên ku li Baxdayê hatine revandin de daxuyanîyek da.
Kurtulmuş di derbarê mijara revandina karkeran de destnîşankir ku ew di derheqê vê mijarê de bi rayedarên Iraqî re di nava têkilîyê de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 18 hemwelatîyên me yên ku li Iraqê di şîrketekî de dixebitîn hatine revandin.Di derbarê vê mijarê de em bi rayedarên Iraqî re di nava têkilîyekî de ne. Rayedarên Iraqî hê jî di derbarê mijara revandina karkeran de nizanin çi kesan û bi çi niyetê revandine.”
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin 18 karkarên ku li herêma Sadra Baxdayê di inşaatekî de dixebitîn di derdora seat 03.00an de ji teref kesên nasnameyên wan nediyar û rûyên wan nixumandî ve hatin revandin.(ÎLKHA)