• DOLAR 32.524
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2472.802
  • ...
Li Êlihê êrîş li polêsan hat kirin:1 mirî 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh li Taxa Yavuzselîma Batmanê di derdora seat 15.50an de êrîş li polêsan hat kirin. Di êrîşê de 2 jê polês, 1 sivîl û kesekê êrîşkar birîndar bûn. Hat hînbûn ku polêsê bi navê Burhan Gatfar  ê ku Alîkarîyê Komîser e û polêsê bi navê Mustafa Ozarslan di êrîşê de birîndar bûn. Her wiha kesekê sivîl jî ji ber êrîşê birîndar bû.

Hat ragihandin piştî êrîşa ku li polêsan hat kirin re di navbera êrîşkar û polêsên ku nêzî bûyerê bûn de pevçûn derket. Di pevçûnê de êrîşkarek birîndar bû, yek jî hat kuştin.

Alîkarê Komîser Burhan Gatfarê ku di êrîşê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê bûyerê de Walîyê Êlihê Azmî Çelîk  wiha destnîşan kir: “Serê me hemûyan sax be.Di êrîşa ku li polêsan hat kirin de polêsek jiyana xwe ji dest da. Her wiha êrîşkarek hat kuştin yek jî bi şiklekî birîndar hat  girtin. Piştî êrîşa ku hat kirin re di xebatên ku hatin kirin de jî 2 kesên şikdar ên ku têkilîya wan bi bûyerê re îxtîmal e ku heye hatin binçavkirin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir