• DOLAR 32.376
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.797
  • ...
Di pevçûnên Silopî de pîreka ku li balqonê rûdinişt bû hedefa berikan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di pevçûna ku li Silopî di navbera polês û PKKyîyan derket de pîreka ku li balqona mala xwe rûdinişt bû hedefa berikan û jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh êvarî li taxa Barbarosa Silopî di navbera polês û komek PKKyî de pevçûn derket.Pevçûna ku li taxa Barbarosê dest pê kiribû heta taxa Karşiyakayê domî. Di dema pevçûnê de pîreka bi navê Fatma Ay(55) û qîzika bi navê Berfîn Okten(14) bûne hedefa berikan.

Kesên ku bûbûn hedefên berikan rakirin nexweşxanê. Fatma Aya ku birîndar bûbû di rêya nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.Her wiha qîzika ku birîndar bûbû sewqî Diyarbekirê kirin û tedawîya wê hê jî didome.

Hat diyarkriin ku di derbarê mijarê de tehqîqat didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir