• DOLAR 32.541
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2434.382
  • ...
Alikarîya dermanan a IHO Ebrarê gihaşte Xezayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

IHO Ebrara ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye ji bona derd û kulên xelkê Xezayê yên ku di bin ambargo û dorpêça sîyonîst îsraîl de ye re di çarçoveya ‘Ji bona Feqîrên Xezayî re Projeya Dermanan’ de  ji kesên birîndar û nexweş re alîkarî şand.

“Xelkê Xezayê jiyana xwe digel êşan didomînin”

Serokê IHO Ebrara ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye Dr. Abdurrahman Alpsoy destnîşankir ku xelkê Xezayê ji ber ambargoya îsraîl gelekî êş û zehmetî kişandine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Xezayê  rexekî ji ber êrîşên îsraîl û ji rexê din ve jî şertên jiyanê gelek kes birîndar û nexweş in. Kesên birîndar û nexweş ji ber vê yekê nikarin tedawî bibin.Xelkê Xezayê ji ber vê sedemê di nav zehmetîyê de jiyana xwe didomînin.Hemd ji Xwedê Teala re ku me ji kesên birîndar û nexweş re  alîkarîya dermanan gihîştand û Xwedê nesîb bike em ê van alîkarîyên xwe bidomînin.”

 “Ji mezlûm û êtîman re bibin hêvî”

Alpsoy wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji xelkê xwe yên xêrxwaz hêvîya alîkarîyê dikin.Dixwaze bila bikasî qirşikekî jî be ew alîkarîyên ku wê bên kirin ji mezlûm, feqîr û êtîman re bibe hêvî.Bi vê wesîleyê kesên ku wê alîkarîyê bikin Xwedê ji wan razî be.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir