• DOLAR 32.594
  • EURO 34.874
  • ALTIN 2504.266
  • ...
Ji ÎRŞAD-DERê fealîyeta xwendina kitêban
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎRŞAD-DERa Denîzlî ya Şaxê Jina li avahîya komeleyê fealîyeta xwendina kitêban li dar xist.Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.Di bernameya ku hat li dar xist de Safîye Mengu Goktaş  di derbarê girîngîya û fêdeya xwendina kitêban de axavtinek kir.

Goktaş li ser girîngîya xwendina kitêban de wiha axivî: “ Ew tewsîyeya xwendina kitêban ne belesebeb e. Di dîrokê de û di roja me de jî wek ku tê dîtin  civakên ku dixwenin di gelek qadan de bi ser dikevin. Ji ber vê yekê em misilman jî di warê xwendin û hînbûnê de xwedî wezîfe ne.”

Goktaş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Xwendina kitêban têgihiştin, lêpirsîn û analîzkirina bûyer û mijaran diguherîne.Her wiha xwendina kitêban leheng û xisleteke civakî dide mirov.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir