Li Silopî pevçûn: 3 PKKyî mirin
Li navçeya Silopîya Şirnexê di navbera polês û PKKyîyên ku hendek dikolan da pevçûn derket.
Li navçeya Silopîya Şirnexê di navbera polês û PKKyîyên ku hendek dikolan da pevçûn derket.Di encama pevçûna ku derket de 3 PKKyî hatin kuştin.
Duh êvarî li Taxa Yenîşehîra Silopî komek PKKyî li taxê dest bi kolana hendekan kirin. Dema ku polêsan mudaxeleyî kolana hendekan kirin kesên PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîşî polêsan kirin. Ji ber vê yekê di navbera polês û PKKyîyên ku li taxê hendek dikolan de pevçûn derket. Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de 3 PKKyî hatine kuştin.(ÎLKHA)