Di êrîşa ku li Diyarbekirê hat kirin de 2 polês jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa ku li erbeya polêsên trafîkê hat kirin de 2 polêsên ku giran birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê du kesên ku rûyên wan nuximandîbû êrîşî polêsê trafîkê kirin. Di êrîşa ku li polêsan hat kirin de du polês giran birîndar bûbûn. Polêsên ku di êrîşê de birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin êrîş duh di derdora seat 13.20an de li li semta Dîclekenta navçeya Kayapinarê pêk hat. Kesên rûyên wan nuximandîbû bi çekên lûle dirêj êrîşî polêsan kirin
Ji ber êrîşa çekdarî Ahmet Giliç û Îlker Narîn giran birîndar bûn. Polêsên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Her du polês jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)