Li Diyarbekirê cebilxanê hat bidestxistin
Di encama operasyonên ku Li Diyarbekirê hatine kirin de çekên lûle dirêj û cebilxanê hat bidestxistin.
Li Diyarbekirê operasyonên ku li dijî PKKê hatibûn dest pê kiribûn hê jî didomin.Hat ragihandin li navçeya Sûra Diyarbekirê di operasyona ku hat kirin de 12 keleşkof , 2 roketavêj, 3 bombeyên desta û gelek zêde cebilxana hat bidestxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de Walîyê Diyarbekirê Mustafa Aksoy wiha ragihand: “Li Taxa Fatîh Paşaya navçeya Sûra Diyarbekirê di operasyonekê ku hat kirin de 12 keleşkof, 2 roketavêj, 3 bombeyên desta, 35 şarjorê keleşkofê yên dagirtî, 4 hezar û 24 fîşek, 890 guleyên Bîxîyê, 38 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin û gelek zêde cebilxane hat bidestxistin.”
Walî Aksoy destnîşankir ku di derbarê mijarê de tehqîqet hê jî didome.(ÎLKHA)