PKK êrîşî şantîyê kir: 4 birîndar
PKKyîyan li navçeya Kêxîya Bîngolê êrîşî şantîyeya karkerên ku di bendava HESê de dixebitîn kir.
PKKyîyan li navçeya Kêxîya Bîngolê êrîşî şantîyeya karkerên ku di bendava HESê de dixebitîn kir. Di êrîşê roketavêjî de 3 jê karker tevde 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh êvarî di derdora seat 22.00an de kesên PKKyî li navçeya Kêxîya Bîngolê êrîşî şantîyeya bendava HESê kirin. Di êrîşa çekdarî û roketavêjî de 3 jê karker tevde 4 kes birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Piştî êrîşa ku li şantîyê hat kirin re di navbera esker û PKKyîyan de şer derket.(ÎLKHA)