Di şerê ku li Xîzanê derket de 6 PKKyî mirin
Li navçeya Xîzana Bidlîsê kesên PKKyî êrîşî Serdarîya Cendirmê kirin, piştî êrîşê di navbera esker û PKKyîyan de şer derket.
Li navçeya Xîzana Bidlîsê kesên PKKyî êrîşî Serdarîya Cendirmê kirin, piştî êrîşê di navbera esker û PKKyîyan de şer derket.Di encama şer de 6 PKKyî hatin kuştin û 4 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh êvarî di derdora 01.00an de komek PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîşî Serdarîya Cendirmê ya navçeya Xîzanê kirin. Ji ber êrîşê şer derket. Di encama şer de 6 PKKyî hatin kuştin û 4 esker jî birîndar bûn.
Eskerên ku di şer de birînar bûbûn bi helîkopteran birin Nexweşxaneya Eskerîyê ya Tatwanê.(ÎLKHA)