• DOLAR 32.379
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2325.951
  • ...
Teqwîma hilbijartinê hat eşkerekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Bilind a Hilbijartinê teqwîma hilbijartina giştî ya parlementerîyê ya heyama 26emîn ya ku wê di 1ê mijdarê de bê kirin  eşkere kir.Li gor vê teqwîmê partîyên sîyasî wê lîsteyên xwe yên namzedan di 18ê îlonê de teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikin. Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî wê lîsteyên namzedan ên teqez di 28ê îlonê de îlan bike.

Li gor teqwîma hilbijartinê hin roj wiha ne;

18ê Îlonê: Navendên partiyên siyasî wê lîsteya namzedên xwe teslîmî YSKyê bikin. 

22yê Cotmehê: Qedexeya serbestîya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê wê dest pê bikin.

31ê Cotmehê: Propagandaya hilbijartinê wê di saet 18.00an de dawî bibe.

1ê Mijdarê: Roja hilbijartinê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir