Li Şirnexê 3 PKKyî hatin kuştin
Komek PKKyî doh êvarî li Şirnexê êrîşî eskeran kir, piştî êrîşê di navbara esker û PKKyîyan de şer derket 3 PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh êvarî di derdora seat 23.00an de komek PKKyî li Şirnexê êrîşî herêma ku lê esker hebûn kirin.
Kesên PKKyî bi çekên lûle dirêj û bi roketavêjan êrîşî herêma ku esker lê bûn kirin. Piştî êrîşa ku hat kirin re di navbera esker û PKKyîyan de şer derket. Di encama şer de 3 PKKyî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li herêmê hê jî operasyon didomin.(ÎLKHA)