Êrîşa bombeyî li TEMê hat kirin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê komek PKKyî bi bombe û bi çekan êrîşî polêsan kirin, PKKyîyek di êrîşê de bi şiklekî birîndar hat girtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa 8 Martê komek PKKyî êrîşî TEMa Midûrîtîya Ewlehîyê ya navçê kirin.
Ji ber êrîşê di navbera polês û PKKyîyan şer derket. Di encama şer de PKKyîyek tevlî çekekî lûle dirêj hat girtin.
PKKyî ku di êrîşê de birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.(ÎLKHA)